Pêşbaziya Raftîngê ya Tirkiyê li Çemê Munzûrê bi beşdariya 18 taximan û 300 werzişvanan tê lidarxistin.
Tîmên ku li vê derê biserbikevin, dê di 23-26'ê nîsana 2026'an de li bajarê Pau yê Fransayê beşdarî Pêşbaziya Raftîngê ya navneteweyî bibin.
Parêzgarê Dêrsimê: Rewş û hewa gelekî xweş e
Parêzgarê Dêrsimê Şefîk Aygol di der barê pêşbaziyê de axivî û wiha got:
"Ji 10 parêzgehan 18 klub, 49 tîm û nêzîkî 300 werzişvanan dest bi pêşbaziyê kirine, rewş û hewa gelekî xweş e.
Helbet ji ber sedemeke girîng, Çemê Munzûrê hate hilbijartin.
Parkûra herî girîng û dirêj a welatê me li bajarê me ye."
Tîma Amedê jî beşdarî pêşbirkê bûye
Tîma Amedê ya Raftîngê jî beşdarî pêşbaziya li Dêrsimê bû û werzişvanên wê dixwazin bi ser kevin û biçin Fransayê.
Lîstikvana taxima Amedê Dîcle Guzelê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Parkûra Dêrsimê pir xweş e, pêlên wê pir xweş in.
Em wekî taxim hatine vê pêşbirkê û têdikoşin, Dêrsim pir xweş e, xweza pir xweş e."
Di heman demê de, hevkara wê Hacer Işika jî axivî û got: "Em ji Amedê beşdarî pêşbirkê dibin.
Em dixwazin di vê pêşbirkê de bibin yekem û serkeftî vegerin bajarê xwe."
Çemê Munzûrê ji bo werzişa Raftîngê parkûra herî dirêj a Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye û dirêjahiya wê 36 kîlometre ye.