Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma “Parçebûn têkçûn e, yekîtî serkeftin e” li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bi beşdariya nûner û rêveberên gelek saziyên sivîl û demokratîk ên civakî, civînek li dar xist.
Civîn li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê pêk hat.
Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl, Dayikên Aştiyê, Rûsipiyên Wanê û gelek welatî tev li civînê bûn.
Hevberdevkên Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgit û Memet Kamaç axivîn.
"Ji bo berjewendî û mafên gelê Kurd, yekîtî neçariye"
Hevberdevka Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgit bi xêr hatina beşdaran kir û wiha got:
"Li hevpeymana Kasr-î Şîrînê heta roja îro hêzên hegemonîk û netewedewletan gelek êrîş li ser gelê Kurd anîne û hewl dane gelê Kurd parçe bikin.
Heta niha 29 caran gelê Kurd li dijî van êrîşan serî hildaye.
Mixabin, serokên van 28 serhildanan hatine darvekirin.
Lê serhildana 29'an bi têkoşîna 52 salan gelek destkeftî bi dest xistiye.
Em li pey banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştiya Civaka Demokratîk in.
Heta ku demokrasî bi pêş nekeve, Aştî jî pêk nayê."
Gulcan Kaçmaz Sayyîgit wiha axaftina xwe berdewam kir:
"Heta îro ji bo yekîtiya gelê Kurd û Kurdistanê, gelek xebat pêk hatin.
Lê me yekîtiyeke xurt ava nekiriye û hê jî êrîş li ser me hene.
Di êrîşên li ser Rojava de gelê Kurd li her derê bi ruhê yekîtiyê derket qadan û me dît ku çawa vê yekîtiyê êrîş vala derxistin."
Sayyîgit di dawiya axatina xwe wiha got:
"Divê em vê yekîtiyê mayînde bikin.
Ji bo berjewendî û mafên gelê Kurd yekîtî neçariye.
Bi vî awayî, em dikarin li dijî êrîşan bi ser bikevin.
Ji bo vê jî divê em bi hemû fikir û nerînên xwe yên cuda jî di nav vê înîsiyatîfê de cih bigirin.
Ger em vê yekê pêk bîn in, em ê qezenc bikin."
"Mafê tu kesî tune ye ku li gorî berjewendiya partiya xwe tevbigere"
Piştre hevberdevkê Înîsiyatîfê Mehmet Kamaç axivî û gotineke pêşiyên Kurdan ku dibêje, “Çiya digihêjin hev, lê Kurd nagihêjin hev” bi bîr xist û wiha got:
"Lê me di vê pêvajoyê de dît ku êdî hikmê vê gotinê nemaye.
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li ser pêdiviya yekîtiya gelê Kurd hat avakirin û saziyeke ku ji hemû Kurdan re vekiriye."
Kamaç di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di Rojhilata Navîn de şerê cihanê yê 3'yemîn tê meşandin û wiha got:
“Pergala Kapîtalîst bi qeyran û kaosan re şeran derdixe û dixwaze Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bike.
Di sedsala 20'emîn de, ji ber ku yekîtî û rêxistinbûna Kurdan tune bû, Kurdan gelek berdêlên giran dan û êşên mezin kişandin.
Em niha di rojên dîrokî de ne, ji bo ku em wan winda nekin, divê em yekîtiya neteweyî xurt bikin."
Mehmet Kamaç di dawiya axaftina xwe de wiha got:
"Em dibêjin êdî mafê tu kesî tune ye ku li gorî berjewendiya partiya xwe tevbigere".
Divê em hemû li gorî berjewendiyên neteweyî tevbigerin."