Qalîbaf: Amerîka li aliyekî danûstandinan dike û li aliyekî jî êrîş dike

Wezîrên derve yên Pakistan, Erebistana Siûdî, Misir û Tirkiyeyê ji bo nîqaşkirina aloziyan, li Îslamabadê civiyan. Serokê Meclîsa Şêwirmendiya Îslamî Mihemed Baqir Qalîbaf jî, Amerîka bi ne dirûstbûnê tewanbar kir û got ku Amerîka li aliyekî dibêje em danûstandinan dikin û li aliyekî din jî, amadekariya êrîşên bejahî dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Meclîsa Şêwirmendiya Îslamî Mihemed Baqir Qalîbaf, di gotareke xwe de, di roja yekşemê de, Amerîka bi ne dirûstbûnê tewanbar kir û got:

 

“Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê peyamên ji bo danûstandinên muhtemel dişînin û di heman demê de, bi dizî ji bo êrîşeke bejayî plan dikin”.

 

Mihemde Baqir Qalîbaf eşkere kir ku hêzên Îranê li benda hatina leşkerên Amerîkî ne, da ku wan bişewitînin û wiha anî ziman:

 

“"Heta ku Amerîkî teslîmbûna Îranê bixwazin, bersiva me ew e ku em ê qet rûreşiyê qebûl nekin."

 

Pakistan, Erebistana Siûdî, Misir û Tirkiyê li Îslamabadê civiyan

 

Her wiha ji bo goftûgokirina aloziyên li herîmê, îro Wezîrên derve yên Pakistan, Erebistana Siûdî, Misir û Tirkiyê li Îslamabadê li hev civiyan.

 

Wezareta derve ya Pakistanê di daxuyaniyeke kurt de, da zanîn ku civîna çaralî ya di navbera dîplomatên payebilind ên welatan de "ji bo nirxandina pêşketinên guherbar ên li herêmê û nîqaşkirina mijarên berjewendiya hevbeş" hate lidarxistin

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye