Li gundewarê Şamê ciwanek bi guleyan hat kuştin

Li parêzgeheke gundewarê Şamê ciwanek bi guleyên çekdarên nenas hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyan, li taxa Şurta ya li devera Sibênê ya Gundewarê Şamê, 2 çekdarên li ser motorsiklêtekî gule li ciwanekî barandin û ciwan yekser jiyana xwe ji dest da.

Heta niha sedema vê bûyerê nehatiye zanîn.

Li bajarokê Hirêtan ê li gundewarê bakur ê Helebê jî, kesek ku bi têkiliya xwe bi rejîma berê re dihate tawanbarkirin, li ser destê çekdarên nenas bi guleyan hat kuştin.

Li gundewarê Humsê bêhtirî 50 kesî hatin girtin

Her wiha endamên Ewlekariya Giştî yên Hikûmeta Veguhêz li gundewarê rojava yê Humsê operasyoneke berfireh a serdegirtinê pêk anî.

Li gorî agahiyan, ev operasyon li gundê Mite-arid pêk hat û bêhtirî 50 kesî ji gund hatin girtin û hin ji wan rastî lêdan û êşkenceyê hatin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye