Tevlêbûna Ehmed Şera di şerê Îsraîlê li dijî Hizbullahê de bûye rojev.
Beriya niha jî gelek caran rayedarên Sûriyê gotin ku ew tev li şer nabin û piştgiriya serwerî û yekîtiya xaka Libnanê dikin.
Lê rastiyên heyî û tevgera artêşa Sûriyê li ser sînorê Sûrî-Libnanê berevojî gotinên rayedarên Sûriyê ne.
Kanala "Kan" a Îsraîlî hin agahî li ser vê mijarê dan.
Kanalê diyar kir ku dezgehên ewlehiyê yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji bo şerê li dijî Hizbullahê li Libnanê amadekariyan dike.
Li gor jêderê, çavkaniyeke ewlehiyê ya Hikûmeta Veguhêz destnîşan kir ku di van rojên dawî de li pişt perdeyê planek li dijî Hizbullaha Libnanê tê kirin, ev plan dê di demeke pêwîst de pêk were.
Çavkaniyê diyar kir ku nezelaliyek heye di navbera tiştê ku bi awayekî fermî tê gotin û tiştê li pişt perdeyê tê kirin.
Çavkaniyê da zanîn ku perspektîfên ku ji bo dezgehên ewlehiyê yên Sûriyê hatine, ew in ku li dijî tevgera Hizbullahê derkeve.
Serokê Amerîkayê Donald Turmp beriya niha gelek caran gotibû ku Ehmed Şera dikare tev li şerê bi Hizbullahê re bibe.
Her wiha Turmp da zanîn ku Şera wê wekî Îsraîlê avahiyên pirqatî hilneweşîne, bi şêwazekî din mijara Hizbullah çareser bike.
Ji bo vê, Turmp diyar kir ku li şûna Îsraîlê, Ehmed Şera aliyê herî guncaw e ji bo mijûlbûna bi dosyaya Hizbullahê re.