Bi zêdebûna êrîşên li ser tankerên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê, şîrketên parzûngehê yên herî mezin ên Hindistanê, veguhestina petrola xav ji Îraqê rawestand.
Ajansa nûçeyan a Reutersê, ragihand ku Saziya Neftê ya Hindistanê karên barkirina keştiyên neftê li peravên Besrayê betal kirine.
Her wiha Hindistanê xwediyên keştiyan hişyar kirine ku ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê û gurbûna aloziyan, bi ti şêwazî nêzîkî Tengava Hurmizê nebin.
Di sala 2025’an de, nêzîkî %20’ê ji tevahiya petrola hawirdekirî ya Hindistanê, ji aliyê Îraqê ve hatibû dabînkirin.
Ev yek jî bûbû sedem ku Îraq bibe yek ji bihêztirîn dabînkerên petrola xav bo Hindistanê.