Li Şîlî û Hindistanê, ji ber baranên dijwar gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û her du welatan jî gelek zirar dîtine.
Rayedarên Şîlî, roja sêşemê, gotin ku ji ber barana zêde ya ku li welêt bariyaye, 13 kes mirin û 7 kesên din jî winda ne.
Di heman demê de, hikûmetê eşkere kir ku ew ê ji ber qutbûna berdewam a kehrebeyê, cezayan li dijî belavkerên kehrebeyê bisepîne.
Her wiha bahozên ku li herêma navendî ya welêt belav bûn û gihîştin başûrê welêt, bûn sedema lehiyên berfireh, girtina rêyan û ziyan gihaştin mal.
Seroka Nivîsgeha Awarte ya Şîliyê Alicia Cebrián got:
"Baranên çend rojên borî rêyên av, çem û qeraxên çeman lawaz kirine û xeteriya bilindbûna asta avê û rabûna lehiyê li hin deveran hîn jî heye."
Her wiha li Hindistanê jî, ji ber barana zêde gelek kes mirin û tenê li eyaleta Asamê 26 kes mirin.
Li Hindistanê ji ber barana dijwar 26 kes mirin
Rayedarên Hindistanê, gotin ku vê hefteyê li eyaleta Asamê ya bakur-rojhilatê Hindistanê ji ber lehiyên ku ji ber baranên zêde çêbûne, herî kêm 26 kes mirine.
Desteya Rêveberiya Karesatan a Eyaleta Asamê ragihand ku roja sêşemê ji ber lehiyên giran ên ku li eyaletê çêbûn, 21 kes mirin û bi vî awayî hejmara giştî ya miriyan a hefteyê gihîşt 26an.
Daîreya Meteorolojiyê ya Hindistanê pêşbînî dike ku îro li bakur û rojhilatê welêt, bêtir bahoz û bayên bihêz çêbibin.
Rayedaran ragihand ku dewlet hema hema her sal di demsala baranên mûsonê de ji zêdebûna herikîna avê ziyanê dibîne.