Trump: Me Îran ji hêla leşkerî ve têk biriye

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke xwe de, behsa şerê bi Îranê kir û da zanîn ku heke pêwîst bike, ew ê sed carên din jî heman tiştî bike. Li aliyekî din jî, Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance anî ziman ku niha mijara wan a sereke ew e ku piştrast bin ku Îranê dê çekên nukleerî bi dest nexe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de ligel Radyoya WABC 77, der barê şerê Îranê de axivî.

Donald Trump behsa şerê dawî yê bi Îranê re kir û got ku sedema hilbijartina wî ji biryara şer re ew bû, ku ti çareseriyeke din tune bû.

Trump li ser şerê bi Îranê re got ku heke pêwîst bike, ew ê sed carên din jî heman tiştî bike.

Serokê Amerîkayê da zanîn ku nabe Îran çekên nukleerî bi dest bixe û dê bi dest nexe.

Donald Trump axaftina xwe wiha domand:

"Me Îran ji hêla leşkerî ve têk biriye.

Hîn jî hin mûşek û dronên wan hene.

Lê şiyana wan a çêkirina van alavan li gorî berî pênc mehan pir kêm bûye.

Berî pênc mehan wan êrîşên bibandor pêk dianîn.

Lê niha ji bo wan pir dijwar e ku êrîşî armancekê bikin."

Trump: Ti kes nizane kî rêbertiya Îranê dike 

Di berdewamiya axaftina xwe de, Serokê Amerîkayê Donald Trump anî ziman ku wan Hêzên Deryayî û Hewayî yên Îranê wêran kirine û hejmarek ji rêberên Îranê kuştine.

Her wiha Trump anî ziman ku gihîştina rêkeftinekê bi Îranê re ne hêsan e û ti kes nizane kî rêbertiya Îranê dike û wiha domand:

"Beşek ji dijwariya gihîştina rêkeftinekê bi Îranê re ji ber kuştina hejmarek rêberên wê ye.

Gel qîmetê dide kiryarên Amerîkayê yên di vî warî de û rêzê jê re digire."

J.D. Vance: Armanca me ew e Îran çekên nukleerî bi dest nexe

Di heman çarçoveyê de, Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance, di bersiva pirseke ku ji kanala Newsmaxê hat pirsîn de, ku dibêje ka Îran heta çiqasî dikare di bin fişara aborî ya Amerîkayê de bijî, wiha got:

"Bala me ya sereke bi rastî ne li ser vê mijarê ye.

Ew di bin fişareke mezin de ne.

Ev fişar alîkariya me dikin ku em bigihêjin armanca xwe ya ku divê Îran çekeke nukleerî bi dest nexe.

Bi rastî, serokkomar ev armanc bi dest xistiye."

Di dawiyê de J.D. Vance diyar kir ku ew tenê hewl didin da ku piştrast bikin ku Îran hewl nade ku bernameya nukleerî ji nû ve ava bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye