Dê welatên YE`yê peymana hevkariya bi Îsraîlê re nîqaş bikin

Piştî daxwaza Spanya ya betalkirina peymana hevkariyê bi Îsraîlê re, endamên Yekîtiya Ewropayê ji bo standina biryarekê dê bicivin. Pêwîstiya biryarê bi erêkirina 27 endaman heye û ji bo vê jî 2 senaryo li pêş endamên Yekîtiya Ewropayê ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, li ser daxwaza Îspanya û hin dewletên endam, wê sibê peymana hevkariyê ya bi Îsraîlê re nîqaş bikin.

Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê, ji bo nirxandina peymana hevkariyê ya ku bingeha têkiliyên dîplomatîk û bazirganî ya bi Îsraîlê re pêk tîne, sibê li Luksembûrgê dicivin.

Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehî û Têkiliyên Derve ya YE`yê Kaja Kallas, beriya civînê daxuyanî da çapemeniyê û piştrast kir ku dewletên endam ev mijar anîne rojevê.

Kallas derbarê encama hevdîtinan de helwesteke baldardar nîşan da û got: 

``Heke dewletên endam vê yekê bixwazin, em ê sibê li ser biaxivin.``

Tê payîn ku di hevdîtinan de, 2 senaryo werin gengeşekirin.

Senaryoya betalkirina peymanê bi tevahî ku ev banga roja yekşemê ji aliyê Spanyayê ve hatibû kirin.

Ev îhtîmal yekdengiya 27 welatên endam dixwaze û rêjeya serketina wê kêm tê dîtin.

Senaryoya duyem jî, rawestandina beşê bazirganiyê ye ku ev jî ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve hatiye pêşniyarkirin û dikare bi piraniya dengan pêk were.

Kaja Kallas, destnîşan kir ku divê pêşî bê nirxandin ka di mijara tedbîrên bazirganiyê de pêşketineke berbiçav çêdibe yan na?

Di hevdîtinên nefermî yên berê de, ji ber ku hin dewletên endam û di serî de Almanya li dijî rawestandina peymana bazirganiyê derketibûn, piraniya pêwîst nehatibû dabînkirin û ji ber vê yekê hîn biryarek nehatiye girtin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye