Amerîka careke din êrîşî Îranê kir

Amerîka careke din êrîşî Îranê kir. Piştî êrîşkirina ser 3 keştiyên bazirganiyê yên li tengava Hurmizê, Amerîka ev êrîş dest pê kir. CENTCOM'ê ragihand ku wan li Îranê zêdetirî 80 pêgeh kirin armanc. Piştî vê êrîşê dîsa Îranê berê xwe da hin Welatên Kendavê. Supaya Pasdaran a Îranê diyar kir ku wan wekî bersiva êrîşên Amerîkayê, li Behreyn û Kuweytê li 85 pêgehên leşkerî yên Amerîkayê xistiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Amerîkayê ragihand ku wekî bersiva êrîşên dawî yên li ser keştiyên bazirganiyê yên ku di tengava Hurmizê re derbas dibin, wan zêdetirî 80 pêgehên leşkerî yên Îranê kirine armanc.

Amerîkayê encama êrîşên şeva borî li dijî Îranê eşkere kir

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê "X'ê" daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hûrgiliyên wê “êrîşa tolhildanê” hatin eşkerekirin ku duh bi hinceta êrîşkirina ser 3 keştiyên bazirganiyê yên li tengava Hurmizê, dest pê kiribû.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

CENTCOM: hêzên me 80 cihên Îranê hedef girtin

“Hêzên CENTCOM'ê di cih de bersiv da êrîşên dawî yên Îranê yên li ser keştiyên bazirganiyê li tengava Hurmizê.

Hêzên CENTCOM'ê bi cebilxaneyên xwedî arasteyên hesas pêleke nû ya êrîşan pêk anî û li Îranê zêdetirî 80 pêgeh kirin armanc.”

Her wiha hat diyarkirin ku pergalên parastina asmanî, torên kontrola fermandariyê û xalên radarên peravê yên Îranê hatine bombebarankirin.

CENTCOM: Îranê agirbest bin pê kir

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îranê bi wan êrîşan agirbest bin pê kir û serbestiya hatin û çûna keştiyan qels kiriye.

Artêşa Amerîkayê duh ragihandibû ku wan ji ber êrîşên li ser 3 keştiyên bazirganiyê yên li tengava Hurmizê, dest bi "êrîşên bihêz" ên li ser Îranê kiriye.

Ev êrîşa Amerîkayê di demekê de tê ku li Enqerê civîna NATO tê li darxistin

Li wê derê piştgirî ji bo êrîşa li ser Îranê hate kirin.

Nato piştgiriya êrîşên li ser Îranê kir

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte êrîşên leşkerî yên dawî yên Amerîkî  li dijî Îranê wekî "bi tevahî pêwîst" bi nav kirin.

Mark Rutte piştrast kir ku hevalbend wê di civînên xwe yên li Enqerê de ji nû ve tekez bikin ku tengava Hurmizê bi tevahî ji bo keştiyên navneteweyî vekirî bimîne.

Supaya Pasdaran a Îranê bersiva êrîşên Amerîkayê da

Li aliyekî din Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan wekî bersiva êrîşên Amerîkayê yên li ser başûrê Îranê, li Behreyn û Kuweytê li 85 pêgehên leşkerî yên Amerîkayê xistiye.

Îranê di van operasyonan de mûşek û dron bi kar anîn.

Ajansa Nûçeyan a Farsê daxuyaniya nivîskî ya Pasdaran belav kir.

Supaya Pasdaran: Amerîkayê agirbest bin pê kir

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Amerîkayê bi êrîşên xwe yên şevê agirbest bin pê kiriye.

Supaya Pasdaran destnîşan kir ku artêşa Amerîkayê li peravên Hurmizgan û Mahşehrê êrîşî hinek baregehên peravê û xalên sivîl kiriye û bi vî awayî peyman bin pê kiriye.

Pasdaran eşkere kir ku ev operasyona "Bersiva Pêşî" ji aliyê Hêzên Deryayî û Hêzên Asmanî ve bi awayekî hevbeş hatiye kirin.

Supaya Pasdaran: me 85 navendên Amerîkî hedef girtin

Li gorî daxuyaniyê, di vê operasyonê de bendera Selmanê ya li Behreynê, biryargeha fîloya pêncem a Amerîkayê û baregeha asmanî ya Elî Salem a li Kuweytê jî di nav de li 85 pêgehan hatiye xistin.

Her wiha hat ragihandin ku droneke Amerîkayê ya cureyê MQ-9 jî hatiye xistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye