Di destpêka vê salê de, Îsraîlê pêvajoya qeydkirinê ji bo rêxistinên alîkariyê guhert.
Wê pêşkêşkirina navên hemî karmendan, tevî Filistîniyên ku li Xezzeyê dixebitin, ferz kir.
Hikumeta cîhû ragihand ku ew ê çalakiyên rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî yên ku qeydên xwe di vê çarçoveyê de nû nakin rawestîne.
Îsraîl îdîa dike ku armanca rêzikên qeydkirinê pêşî li Hamasê bigire da ku nehêle alîkariyê ji bo îstismar bike.
Di nav rêxistinên ku lîsansên wan nayên nûkirin de Konseya Penaberan a Norwêcî, CARE International (keyr interneyşınıl), Komîteya Rizgarkirina Navneteweyî û rêxistinên alîkariyê yên sereke yên wekî Oxfam û Caritas jî hene.
Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navborî îdîaya Îsraîlê yekser red dikin.
Ew bi hinceta ewlehiya karmendên xwe, naxwazin înformasyonên şexsî bidin Îsraîlê.
Di şerên 2 salên dawî de li Xezeyê zêdetirî 500 xebatkarên alîkariyê hatine kuştin.
Li gor rêxistinên alîkariyê, rawestandina alîkariya li Xezeyê wê bibe sedema mirina Filistîniyan.