Rûsya ji bo Xezeyê pêşnûmeyekê pêşniyaz kir

Amerîka û Rûsya ji bo aştîya Xezeyê di nava ragejîyê de ne. Piştî Amerîkayê vê carê Rûsya pêşnûmeyek danî ber Konseya Ewlekarîyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê DYA`yê Donald Trump pêşnûmeya ku ji bo hêzeke navneteweyî li Xezeyê were avakirin, pêşkêş kiribû.

Trump gotibû, pêşnûmeya Amerîkayê ji hêzên herêmî piştgî wergirtiye.

Rûsya duh li hember Trump pêşnûmeyek din li NYyê pêşkêş kir.

Pêşnûmaya Moskowê 2 salan mandat dide desteyeke hikumraniyê ya veguhêz û hêzeke îstîqrarê ya navneteweyî.

Nûnertiya Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî di notekê de ku ji hêla Reuters ve hatiye dîtin diyarkirî ye ku pêşnûmeya biryara wê "ji pêşnûmeya biryara Amerîkayê îlham girtiye".

Di notê de hatiye ravekirin ku "armanca pêşnûmeya me ew e ku Encumena Ewlekariyê bikaribe rêbazek hevseng, qebûlkirî û yekgirtî ji bo pêkanîna rawestandina dijminatiyê pêş bixe."

Pêşnûmeya Rûsyayê ji Sekreterê Giştî yê NY daxwaz dike ku opîsyonên ji bo hêzek navneteweyî ji bo aramkirina Xezeyê destnîşan bike.

Li alîyekî din, nûnertiya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî ji Konseya Ewlekariyê xwest ku  metna Amerîkî qebûl bike.

Berdevkê Amerîkî got: "Agirbest nazik e û em ji konseyê dixwazin ku bibe yek û ji bo bidestxistina aştiya pêwîst ber bi pêş ve biçe."

Hêjayî gotinê ye, Trump şandina leşkerên Amerîkî bo Xezeyê red dike, lê behsa avakirina hêzek nêzî 20 hezar leşkeran tê kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye