Ji dema destpêkirina şerê di navbera Amerîka û Îranê de û piştî girtina Îran ji Tengava Hurmizê re, mijara ewlehiya li Tengava Hurmizê her di rojevê de ye.
Tevî ku şer di navbera herdu aliyan de rawestiya û danûsatndin jî pêk hatin, lê heta niha mjara tengavê nehatiye çareserkirin.
Herî dawî, Uman, Îngilistan û Fransa ji bo tevgera biewle ya di Tengava Hurmizê re li hev kirin.
Di daxuyaniyeke hevbeş de, rêberên Fransa û Îngilistanê gotin ku Uman dê bi Îngilistan û Fransayê re bixebite da ewlehiya keştîvaniya di ava xwe ya herêmî de misoger bike.
Li gorî daxuyaniya hevbeş, herdu welat, Fransa û Îngilistan, amade ne erkeke leşkerî ya pirneteweyî li tengavê bi cih bînin.
"Îran hêza berpirsyar û garantora ewlehiya Hurmizê ye "
Li ser vê yekê jî, ji aliyê Îranê ve bersivek derket.
Cîgirê wezîrê derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî li ser X’ê daxuyaniyek belav kir û tê de hişyarî da dewleta Îngilistan û Fransayê.
Kazim Xerîbabadî nivîsand ku Îran wekî hêzeke berpirsyar û garantora ewlehiya tengavê ye, li dijî her çalakiyeke leşkerî ya li ser rêya avê hişyariyê dide.
Cîgirê wezîrê derve yê Îranê destnîşan kir ku Tengava Hurmizê di sînorê kîjan welatî de be, tenê ew welat dikare berpisê ewlehiya wê be.
Tevgera li Hurmizê hîn venegeriyaye rewşa berî şer
Tevgera li Tengava Hurmizê, tevî ku ne wekî dema şer e, lê heta niha vengeriyaye rewşa xwe ya beriya şer.
Rojnameya Financial Times ragihand ku di lûtkeya krîzê de, rojane yek an du keştî karîbûn di Tengvava Hurmizê re derbas bibin, lê ji 1’ê tîrmehê ve hejmara keştiyên ku rojane berbas dibin, gihîştiye 8 keştiyan.
Tevî wê jî, ev hejmar dûrî hejmara berî şer e.
Li gorî daneyan, beriya şer nêzîkî 135 keştî rojane di tengavê re derbas dibûn.
Herî dawî jî û beriya dan û standinên Amerîka û Îranê li Dohayê, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku Tengava Hurmizê di nava 30 rojan de di bin rêveberiya taybet a Îranê de, dê vegere şiyana xwe ya berî şer.