“Eger Îran pabendî rêkeftinê nebe, tiştê ku divê ez ê bikim”

Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance hevdîtinên bi danûstandkarên Îranê re nirxandin û diyar kir ku dan û standin erênî bûn û wiha lê zêde kir: “Hevdîtinên ligel Îranê gelekî baş derbas bûn û bipêşketineke gelekî baş çêbû.” Lê belê serokê Amerîkayê Donald Trump careke din gef li Îranê xwar û ji rojnemevanan re got: “Eger Îran li gorî peymana xwe tevnegere, yan jî birêkûpêk tevnegere, ez ê tiştê ku divê bikim, ez ê bikim.”

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Tevî dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump gefên xwe li ser Îranê ranawestîne.

Donald Trump, ji rojnamevanan re got ku ger Îran li gorî peymana xwe tevnegere, yan jî birêkûpêk tevnegere, ew ê tiştê ku divê bike, ew ê bike."

Trump û Serokê Îranê Mesûd Pezeşkyian hefteya borî peymaneke demkî di navbera Washington û Tehranê de îmze kirin.

Zêdetirî sê mehan piştî êrîşa Amerîka-Îsraîlê ya li ser Îranê ku Komara Îslamî jî bi êrîşan li ser Îsraîl û welatên Kendavê ku baregehên Amerîkî lê ne bersiv da.

Trump: Îran wê fonên azadkirî tenê ji bo kirîna xwarinê bi kar bîne

Trump, destnîşan kir ku Îran wê fonên azadkirî tenê ji bo kirîna xwarinê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi kar bîne.

Di heman demê de, ajansa nûçeyan a Tasnimê ji zarê Serokê Banka Navendî ya Îranê Ebdulnasir Hemmatî veguhest ku Tehran ne mecbûr e ku li gorî memoranduma têgihîştinê ya heyî berhemên çandiniyê ji Amerîkayê bikire.

Trump tekez kir ev pere wê hemû ji bo kirîna xwarinên pir pêwîst were bikaranîn û wiha got:

“91 milyon kes li wir hene û ew nikarin wan têr bikin. Ji ber vê yekê, pereyên ku em (ji cemidandinê) berdidin dê biçin cem cotkarên me.”

Lêbelê, Ebdulnasir Hemmatî ragihand ku fonên cemidî yên mayî ne hewce ye ku tenê ji bo kelûpelên bingehîn werin bikaranîn.

Îran wê bikaribe kelûpelên din ên ku ne di bin sizayan de ne bikire.

JD Vance: Hevdîtinên ligel Îranê gelekî baş derbas bûn

Li aliyekî din jî duh Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance li ser dan û standinên dawî yên li Swîsreyê axivî.

JD Vance hevdîtinên bi danûstandkarên Îranê re nirxandin û diyar kir ku dan û standin erênî bûn û wiha lê zêde kir:

“Hevdîtinên ligel Îranê gelekî baş derbas bûn û bipêşketineke gelekî baş çêbûn.”

Aliyê Îranê dem bi dem daxuyanî dida ku dibe ew xwe ji hevdîtinan vekişînin. Tevî vê yekê jî hevdîtin didomin.

Heta saet 01:00ê şevê em li ser maseya dan û standinan bûn.

Ev nîşaneke eşkere ye ku Îranê xwe ji hevdîtinan venekişandiye.”

"Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherin"

Vance berî hevdîtina çaralî ya ku li Swîsreyê hat lidarxistin û Amerîka, Îran, Pakistan û Qeter beşdar bûn jî daxuyanî da.

Vance got ku armanca Amerîkayê ew e ku bi rêya dîplomasî û hevkariyê li Rojhilata Navîn serdemeke nû bide destpêkirin.

“Trump dixwaze di têkiliyên bi gelê Îranê re rûpeleke nû veke”

JD Vance diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze di têkiliyên bi gelê Îranê re rûpeleke nû veke û got:

"Eger ku birêvebiriya Îranê dest ji wan polîtîkayên ku bêîstîqrariya herêmî gur dikin û ji armancên çekên nukleerî berde, Washington amade ye ku pêwendiyan bi awayekî bingehîn biguhere."

Vance: Di mijara agirbesta li Libnanê de pêşketineke girîng çêbûye

Vance da zanîn ku di rojên dawî de di mijara berdewamkirina agirbesta li Libnanê de jî pêşketineke girîng çêbûye.

Vance anî ziman ku hevdîtinên bi Qeter, Pakistan û Îsraîlê re encamên erênî dane û wiha pê de çû:

“Em hemû ji bo aştiya herêmî dixebitin. 

Her çendî carinan di mijara rêbazên gihîştina armancê de cudahiyên nêrînan çêbibin jî, em ji wê xala ku li Libnanê gihiştiyê razî ne.”

Vance tekez kir ku aştiya herêmî pêwîstî bi hewldan û tawîzên dualî heye.

Qalibaf: Îran wê xeteke ragihandinê li tengava Hurmizê ava bike

Her wiha Danûstandkarê sereke yê Îranê, Mihemed Baqir Xalîbaf dema ku ji Swîsreyê vedigeriya ji televîzyona dewleta xwe re eşkere kir ku Tehran razî bûye ku xeteke li Tengava Hurmiz ava bike.

Ew jî da ku derbasbûna keştiyan di Tengava Hurmizê re hêsan bike.

Her wiha da ku ew keştî ji her cure pevçûn an bûyeran dûr bikeve.

Mihemed Baqir Xalîbaf, eşkere kir ku di dema hevdîtinan de lihevkirinek çêbûye da ku 12 milyar dolar ji mal û milkên cemidî yên Îranê werin berdan.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye