Zelensky ji bo kirîna balafirên şer û pergalên parastina hewayî bi Macron re peymanek îmze kir.
Fransa wê 100 balafirên şer ên bi navê Rafael bifiroşe Ûkraynayê.
Bi heman peymanê wê Fransa sîstema parastina hewayî SAMP-T jî bide Ûkraynayê.
Fransa qebûl dike hemû balafir û sîstema parastina hewayê di nava 10 salan de ji Kîevê re bişîne.
Leyen ji bo Ûkraynayê name ji endamên YE`yê re şand
Ji Yekîtiya Ewropayê tê xwestin ku heya dawiya 2027an, 135 milyar û 7 milyon euro, bide Ûkraynayê.
Seroka Komîsyona Ewropî Ursula Von der Leyen bi nameyekê vê daxwazê ji endamên YE`yê kir.
Hin welatên Ewropî dixwazin ku ji bo fînansekirina Ûkraynayê, pereyên Rûsyayê yên li Belçîkayê bên bikaranîn.
Ev welat dê wê bawerîyê de ne, ev rêbaz rêya herî bi bandor a pêşîlêgirtina êrişkarîya Rûsyayê ye.