Di salên dawî de fikarên li ser tenduristiya derûnî ya ciwanan zêde bûne.
Raportên nû nîşan didin ku pirsgirêkên tenduristiya derûnî di nav zarok û ciwanên Ewropî de dibin krîzeke mezin.
Li gorî analîzek ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve, ji 7 Ewropiyên di bin 20 saliyê de yek ji nexweşiyeke tenduristiya derûnî dikişîne, ku ev yek li gor daneyên di 15 salên dawî de ji sêyekê zêdetir e.
WHO: Yek ji 4 jinên ciwan pirsgirêkek tenduristiya derûnî dijî
Jinên ciwan bi awayekî nehevseng bandor dibin, yek ji 4 jinên ciwan yên di navbera 15 û 19 salî de radigihînin ku pirsgirêkek tenduristiya derûnî dijîn.
Raporek ku di destpêka vê salê de hat weşandin, destnîşan dike ku tecrîda civakî, pandemiya COVID-19, pevçûnên jeopolîtîk û bêîstîqrariya civakî-aborî, wekî ajokarên potansiyel ên pirsgirêkên tenduristiya derûnî ne.
Li gorî raporek Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li seranserê Ewropayê, gihîştina piştgiriya tenduristiya derûnî ya profesyonel hîn jî dijwar e.
Nêzîkî çaryeka welatên Ewropî ji bo ciwanan xizmetên tenduristiya derûnî yên li ser bingeha civakê tune ne, di heman demê de yek ji pêncan polîtîkayên tenduristiya derûnî yên taybet tune ne.
Rêvebirê Ewlehiya Nexweşan û Kalîteya Lênêrîna Tenduristiyê ya WHO Dr. João Breda, eşkere kir ku ev rapor bangek hişyariyê ye.
Her wiha Dr. João Breda got ku ev yekem rapora berfireh e ku daneyên li ser tenduristiya derûnî ya zarok û ciwanan li seranserê Herêma Ewropî ya WHO, ku ji 53 welatên Ewropa û Asyaya Navîn pêk tê, berhev dike û hewcedariya lezgîn a lênêrîna rasterast a têrker ronî dike.
"Ciwan ji bo piştgiriya hestyarî berê xwe didin ChatGPT"
Ev di demekê de tê ku ciwan ji bo piştgiriya hestyarî, carinan bi encamên trajîk, berê xwe didin chatbotên bi hêza AI'ê yên wekî ChatGPT.
Dr. João Breda anî ziman ku bi tevgerîna niha, welat dikarin pergalên berxwedêr ava bikin û wê alîkariya nifşên pêşerojê bikin ku geş bibin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), di dawiya rapora xwe de bang li welatan kir ku gavan bavêjin, da ku tenduristiya derûnî ya ciwanan baştir bikin.