Lezgin

Xeteriyên xwarina dermanan zêde

reset font size increase font size

Di nav civakê de ji bo ku zûtir baş bibe gelek kes bêyî ku biçe bijîşk û mûayene bibe derman bikar tîne. Ev jî dibe sedem ku li ser mirov gelek xeteriyên tenduristî derkeve. Ev rewş jî tê wataya zêde derman bikaranîn.

Ji ber bê kontrol û zêde karanîna dermanan ev nexweşî çêdîbin:

*Bilindbûna pileya germahiya laş, guhertin di lêdana dil û nefesê de.

*Zirara siniran, dema ku nefes teng dibe û  dil kêm be dibe ku bibe sedema ziraran li ser şaneyên mejî.

*Pirsgirêkên di tenduristiya masûlkeyên laş weke; lawazbûna kezebê, lawazbûna gurçikan, îltîhab benkiryasê bi taybetî di rewşa bikaranîna derman bi demên dirêj de.

*Kêmasî di pergala parastina laş de; darizandina zêde ya derman bandoreke neyînî li ser pergala parastinê dike û xetera bi ketina nexweşiyê li deverên cûda di laş de zêde dike.                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                          

*Dermanên êşbir, hin pêvekin xwarinê, dermanê iktîabê dema ku zêde were bikaranîn nexweşiya sendroma serotoninê di laş de têne girtin çêdibe. 

Nîşaneyên bikaranîna zêde ji dermana:

Bilindbûna pileya germahiya laş û daketina wê bi awayekî xuya dibe. Lêdana dil ne bi rêk û pêk e. Zehmetî di nefesê de, êşa sîngê, bilindbûna zexta xwînê, pêhesîn bi xewê, lebikandin û serhiş çûyîn, pirsgirêk di gedeyê de, heke nexweşiya rebû pê re hebe ev zêde dike.

Mirovên ku herî zêde di xeteriya zêdebûna bikaranîna dermanan de:

Zarok; zarok ji têgihiştina doza guncav de û xeteriyan de zehmetiyan dikşînin û nizanin, ji bo pêşîgirtina li vê yekê tê pêşniyar kirin ku derman ji destê zarokan dûr werin xistin.

Kesên ku psîkolojiya wan xerabe, ku kesê nexweş nizane qedera hatiye tesbîtkirin ji dermanê xwe re û dibe ku zêde bixwe û divê hinek berpirsyar bin li ser erkî ku dermanan di wexta wan de bide wan.

Mirovên temen mezin; nayê bîra wan kengî derman xwarine û çi dixwin, bi taybet yên ku bi nexweşiya alzheimer, ji bîrkirin, xurifandin bi wan re heye.

Divê mirov çawa xwe ji bikaranîna zêde û ji xwarina dermanan biparêze?

*Li gorî bijîşk ku mîqdar û dermanên diyar kirî were bikaranîn. (ne zêde û ne kêm).

*Bikaranîna derman di dema wî de.

*Bêyî ku were mûane bibe û nexweşî diyar nebe dive derman neyên bikaranîn.

Aya Ehmo

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24