Lêkolîneke Danîmarkî ya vê dawiyê hişyarî da ku rûniştina demdirêj li ber ekranên telefon û televîzyonê bandorên cidî li ser tenduristiya dil û damaran a zarok û ciwanan dike.
Li gorî raporek ku di Kovara Komeleya Dil a Amerîkî de hatiye weşandin, nivîskarên lêkolînê daneyên ji zêdetirî 1,000 kesan ji du lêkolînên bijîşkî yên demdirêj analîz kirine.
Wan kifş kir ku her saetek zêde ku zarokek an ciwanek li ber ekranê derbas dike, bi rîskek girîng a tansiyona bilind, berxwedana însulînê û asta kolesterolê ya neasayî ve girêdayî ye.
Zanyaran dîtiye ku ev metirsî bi temen re zêde dibe. Bo nimûne, ji bo zarokên 10 salî, her saetek zêde ya li ber ekranan dibe sedema zêdebûna devîasyona standard a 0.08 di endeksa metirsiyê de.
Lê ji bo zarokên 18 salî, ev endeks di saetekê de bi 0.13 zêde dibe.
Ev metirsî tê vê wateyê ku rojane 5 heta 6 demjimêran li ber ekranan derbaskirin dikare metirsiya pêşxistina pirsgirêkên dil û metabolîk di navbera 40% û 60% de zêde bike.
Xeteriya pirskirêkên dil û metabolîk her ku diçe zêde dibe
Lêkolînerên tenduristiyê dît ku, demên zêde li ber ekran derbaskirin bi xwe re xewa kêm an jî bê xewî tîne û ev yek xeteriya pirsgirêkên dil û metabolîk bi awayekî berbiçav zêde dike.
Bi karanîna teknîkên zekaya sûnî, lêkolîneran her wiha keşf kirin ku bikaranîna zêde ya ekranan di nimûneyên xwîna ciwanan de "şopa tiliyê ya metabolîk" dihêle.
Bawer dibe ku ev "şopa tiliyê" nîşaneyek zû ye ku li ser îhtîmala nexweşiya dil û damaran a pêşerojê hişyar dike.
Zanyar tekez kirine ku adetên ku di zaroktî û xortaniyê de çêdibin dikarin bandorên tenduristiyê yên demdirêj bikin ku bi dehsalan bidomin.
Ji ber vê yekê, lêkolîner pêşniyar dikin ku sînordarkirina karanîna ekranan û parastina şêwazên xewa saxlem stûnên sereke ên pêşî li girtina van nexweşiyanin.