Penceşêr salane jiyana 10 mîlyon mirovî ji nav dibe û rîska herî mezin li ser jinan e.
Penceşêr, di serdema me de yek ji mezintirîn pirsgirêkên tenduristiyê yên cîhanê ye.
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), salane nêzî 20 mîlyon mirov bi vê nexweşiyê dikevin û nêzî 10 mîlyon mirov jî ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest didin.
Her çend ev hejmar bitirs xuya bikin jî, bi pêşketina bijîşkiyê re, îro rêjeya dermankirinê jî ji her demê bilindtir e.
5 cureyên penceşêrê zêde belav bûne
Penceşêr dikare di her organekî laş de derkeve, lê hin cureyên wê ji yên din pir zêdetir tên dîtin.
Li seranserê cîhanê, cureyên penceşêrê yên ku herî zêde gefê li tenduristiya mirovan dixwin ev in:
Penceşêra Pişikê: Sedema herî mezin a mirina ji ber penceşêrê ye û rasterast bi cixarê ve girêdayî ye.
Penceşêra Rûviya Stûr (Kolorektal): Zêdetir bi şêwaza xwarinê û temen ve girêdayî ye.
Penceşêra Prostatê: Cureya herî belav e di nav mêran de ye.
Penceşêra Pêsîrê (Breast Cancer): Ev curê ji penceşêrên herî zêde tê dîtin di nav jinan de.
Penceşêra Malzarokê(Cervical Cancer):Ev penceşêr di stûyê malzarokê de herî zêde çêdibe.
Li cîhanê cureya penceşêrê ya herî zêde tê dîtin penceşêra pêsîrê ye
Penceşêra pêsîrê, îro li cîhanê cureya penceşêrê ya herî zêde tê dîtin ku di rêza yekem de ye.
Sedemên Wê jî ev in:
Faktorên Genetîk: Dema ku di malbatê de (dayik, xwişk) bi vê nexweşiyê bin.
Temen û Hormon: Bi taybetî piştî temenê 50 salî û ji ber guhertinên hormona estrojenê.
Şêwazê Jiyanê: Kêmbûna liv û tevgerê, qelewî (obezite), û vexwarina alkihûlê.
Nîşaneyên vê nexweşiyê jî bi vî rengî ne:
Girêk (beze) an hişkbûnek di pêsîrê de an di bin çengê (binceng) de.
Guhertina şikil an mezinahiya pêsîrê.
Guherînên li ser çermê pêsîrê (wek qurçîn an rengê porteqalî).
Avhatin an xwînhatin ji serê pêsîrê.
Zanyar û bijîşk dibêjin ku divê Jin her meh bi destan pêsîrên xwe kontrol bikin û piştî temenê 40 salî her sal an 2 salan carekê fîlma Mamografî bikişînin.
Penceşêr malazarokê ji sedî 99% sedema wê vîrûsek e
Cureyekî din ê penceşêrê heye ku her çend bi qasî ya pêsîrê ne belav be jî, ji ber ku rasterast sîstema zayendî ya jinê dike hedef û hema hema sedema wê bi temamî tê zanîn, pir krîtîk e.
Ew jî Penceşêra Malzarokê ye.
Ev penceşêr di stûyê malzarokê de çêdibe.
Taybetmendiya wê ya herî mezin ew e ku ji sedî 99% sedema wê vîrûsek e.
Sedemên wê jî ev in:
Vîrûsa HPV, Cixare, Zewaca di temenê pir biçûk de û hebûna gelek têkiliyên zayendî.
Di dermankirinê de pêşketineke nû hat dîtin
Zanyaran bi bikaranîna algeyan, robotên mîkroskopî çêkirin ku derman rasterast dibin ser şaneya nexweş û di ceribandinên pêşîn de, penceşêr di nava hefteyekê de hema bêje bi temamî winda kirin.
Ev teknolojiya nû ya zîrekiya çêkirî, hêviyeke mezin dide ku di nêz de ji bo çareserkirina penceşêra malzarok û pêsîrê jî bibe pêngaveke şoreşgerî.