Di civîna Komeleya Amerîkî ya Lêkolînên Penceşêrê de li San Diego lêkolînek hate pêşkêşkirin.
Li gor encaman, dûmana şewatên daristanan dibe ku çend cureyên penceşêrê, çêbike.
Lêkolîna taybet bi penceşêrê li Amerîkayê hat kirin
Her wiha lêkolîneran daneyên belavbûna penceşêrê ji ceribandinekê analîz kirin û lîsteya van nexweşiyan belav kir.
Lîste wiha ye:
Penceşêra prostat, pişik, kolon û penceşêra hêkdankê di nav mezinan de li DYAyê penceşêrên herî belavbûyî ne.
Ji bo destnîşankirina asta rûbirûbûna bi dûmana agirên daristanan de, lêkolîneran madeya perçeyî û karbona reş a di atmosferê de bi rşya bikaranîna daneyên qirêjiya hewayê nirxandin.
Di nav 91,460 beşdarên ku daneyên wan di navbera 2006 û 2018`an de hatine berhevkirin.
Têkiliya dûmana agirê daristanê bi zêdebûna xetera van nexweşiyan ve girêdayî ye:
Penceşêra pişikê, kolon, sîng, mîzdank û xwîn, lê ne penceşêra hêkdank an çerm e.
Her wiha rêveberê lêkolînê Chi-Chen Wu ji Navenda Penceşêrê ya berfireh a zanîngeha New Mexico daxuyanî da û got:
"Peyama sereke ew e ku dûmana daristanan ne tenê pirsgirêkek demkurt a nefesgirtinê an jî dil û damaran e, têkiliya wê ya kronîk dibe ku di demên dirêj de xetereya penceşêrê jî bi xwe re bîne."
Chi-Chen Wu dest nîşan kir ku çavkanî û pêkhateya dûmana agirê daristanan li gorî erdnîgariya herêmê, tê guhertin.