Îranê êrîşî bargehên PAK'ê kir 3 pêşmerge birîndar bûn

Partiya Azadiya Kurdistanê PAK'ê ragihand ku berbanga îro Îranê bi 4 dronan êrîşî yek ji baregehên wan kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya PAK'ê êrîş saet 01:24ê berê sibehê pêk hatiye.

PAK'ê got ku ev êrîş tenê 2 saetan piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara dirêjkirina agirbestê ragihand.

Partiya Azadiya Kurdistanê ragihand ku di êrîşê de, 3 Pêşmergeyên Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê birîndar bûn.

PAK vê êrîşê wekî "bêwatekirina agirbestê" û "bikaranîna atmosfera aştiyê ya ji bo êrîşkirina ser hêzên Pêşmerge" pênase dike.

Partiya Azadiya Kurdistanê PAK'ê diyar kir ku kesên birîndar 3 salan şerê DAIŞ'ê kirine û êrîşên Hêza Qudsê û Heşda Şeibiyê têk birine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye