Bi dûrişma `Yek e Yek e Yek e, Gelê Kurd Yek e` li Başûrê Kurdistanê ji aliyê 200 kesayetên cûda de ji bo yekîtiya gelê Kurd projeya neteweyî hat destpêkirin
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û Tevgera Helwest ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyanî piştgiriya xwe ya ji bo projeyê ragihandin.
KNK: Kurd dikarin bibin hêzek bi bandor ji bo jiyana hevbeş
KNK`ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Ji destpêkê ve, armanca damezrandina KNK'ê lihevkirin û yekîtiya neteweyî li hemû beşên Kurdistanê ye.
Têkoşîna me ya siyasî û dîplomatîk ne tenê li ser asta navxweyî, lê di heman demê de li ser asta navneteweyî jî me pêş xist."
KNK`ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:
"Rojhilata Navîn ji şerekî dijwar re derbas dibe û diguhere û vediguhre.
Di vê navberê de, Kurd dikarin bibin hêzek bi bandor ji bo guhertin, aramî, aştî û jiyana hevbeş."
KNK: Em vê projeyê weke têkoşîn, erk û armanca xwe ya rastîn dibînin
KNK`ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:
"Em piştgirî didin hewldan û projeya rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ya ji bo yekîtiyê.
Em vê yekê weke têkoşîn, erk û armanca xwe ya rastîn dibînin.
Em girîng û pêwîst dibînin ku ev proje bibe bingeha konferansek niştîmanî û neteweyî ya hevbeş a tevahiya Kurdistanê."
Tevgera Helwest piştgirî da projeya Yekîtiya Netewî
Tevgera Helwest ya Başûrê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê piştgirî da projeya neteweyî.
Tevgera Helwest di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Ji destpêka avabûna xwe ve, Tevgera Helwest mijarên neteweyî kiriye stûna sereke ya xebat û bernameya xwe ya siyasî.
Tevgera Helwest di gavên xwe yên xebatê de her tim pirsgirêkên neteweyî li pêş hemû pirsgirêkên siyasî û partiyê girtiye.
Li ser bingeha siyasî ya tevgerê, em piştgiriya xwe ji bo projeya lihevkirina neteweyî radighînin.
Em amade ne ku erkên ku di vî warî de dikeve ser milê me pêk bînin."