Erdogan: Provokasyonên ku armanc dikin pêvajoyê têk bibin dê bersiva pêwîst bistînin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew dê pêvajoyê tevî hemû astengiyan bigihînin armanca wê. Erdogan bal kişand ser "Tirkiyeke Bêteror" û got: "Îdeala me ya Herêmeke Bêteror rê li ber planên kesên ku dixwazin tovên nifaqê têxin navbera Kurd, Tirk, Ereb û Farisan digre. "

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Li Tirkiyê kabîneya Serokkomariyê duh ji bo gotûbêjkirina mijarên di rojevê de di bin serokatiya Erdogan de civiya.

Civîna ku li Kûlliya Serokomariya Tirkiyê pêk hat, bi qasî 2 saet û 45 deqîqeyan dom kir.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan piştî civînê derbarê geşedanên di rojevê de daxuyanî da.

 

"Em ê ji bo pîrozbayên Newrozê yên li Amed û Stenbolê tiştên pêwîst bikin"

 

Erdogan behsa pîrozbahiyên Cejna Newrozê kir û got:

 "Wekî li Amed û Stenbolê, em li dijî wan kesên xerab ên ku bi hinceta Cejna Newrozê bi demarên miletê me dilîzin tedbîrên pêwîst digirin" û wiha pê de çû:

"Em derbarê wan xeraban de tiştê pêwîst dikin ku wekî li Amed û Stenbolê, Newrozê dikin hincet û bi hestên miletê me dileyîzin.

Em destûrê nadin ti provokasyonekê ku sîberê bixe ser nirxên ku Newroz wan temsîl dike.

Ev navtêdanên bi vî rengî yên ku armanca wan têkbirina pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror e dê ji me bersiva pêwîst wergirin.

Van rojan nirxê vê pêvajoyê yê stratejîk baştir tê fêmkirin.

Dê ne hêza provokatoran ne jî ya axayên wan têrê bike ku me ji vê rêya xêrê vegerînin."

 

"Em ê pêvajoyê bigihînin armanca wê"

 

Erdogan li ser pêvajoya çareseriyê jî peyam dan.

Serokkomar Erdogan diyar kir ku tevî astengiyên cihêreng ên derdikevin jî, ewê vê pêvajoya ku 17 meh in bi hestiyariyê bi rê ve dibin bigihînin armanca wê û wiha lê zêde kir:

"Dibe ku rêya me asê be lê rê û asoya welatê me vekirî ye, paşeroja me ronî ye.

Heke pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror lîstika bixwîn a nîv sedsalî xera bike, îdeala me ya Herêmeke Bêteror jî rê li ber planên wan kesan digire ku dixwazin tovên nîfaqê têxin navbera Kurd, Tirk, Ereb û Farisan.

Me ev pêşî di bipêşketinên li bakurê Sûriyê de dît û herî dawî jî di plana qirêj a li dijî Îranê de dît.

Ev her du bipêşketinê bi tenê jî têrê dikin da ku nêrîn û nirxê wê yê stratejîk ê ku me sal û nîvek berê danîbû holê, were fêmkirin."

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye