Ebas Îraqçî, di nav gefên zêde yên Amerîkayê yên li ser êrîşeke potansiyel li dijî Îranê de, roja çarşemê, bi Fox News'ê re, hevpeyvîn kir.
Îraqçî, hişyariya xwe ji bo Donald trump, dubare kir û got:
"Peyama min ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re ev e: Heman xeletiya ku we di hezîrana 2025'an de kir, dubare neke."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê, îdea kir ku dubarekirina ceribandineke têkçûyî, dê tenê bibe sedema heman encamê.Îraqaçî, piştrast kir ku di derbarê xwepêşandanên giştî de, ti plan tune ne ku xwepêşander werin îdamkirin.