Koma Sivîl a bajarê Ceremanayê îro bi daxuyaniyekê êrişa li dijî karwanê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku karwan beriya bigihêje dergeha Busra El Şam rastî êrîşa çekdarî hat.
Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku hêzên ewlekariyê paşê hinek ji karmendên karwanê rizgar kirin, lê hîn jî çarenûsa Ebû Fexir, Fîdai Ezam, Semîr Berekat, Yamin El Sehnawî û Ridwan El Sehnawî ne diyar e.
Di daxuyaniyê de ji saziyên fermî yên têkildar hate xwestin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin da ku çarenûsa welatiyên revandî were eşkerekirin.
Karwan bi belgeyên fermî yên erêkirina Hikumeta Veguhêz derketibû rê.