Li Siweydayê agirbest careke din hat binpêkirin

Hêzên Hikumeta Veguhêz gundewrê Siweydayê topbaran kir. Wezareta Karên Derve ya Sûriyê bi daxuyaniyekê îdîa kir ku alîkariyên ji bo Siweydayê tê şandin asteng nakin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîşên çekdarên Hikûmeta Veguhêz yên li dijî Siweydayê rojane bûne.

Hêzên Hikumeta Veguhêz vê sibê gundên Mecdel û Erîqa yê rojavayê Siweydayê topbaran kirin.

Li gorî şêniyan, Hêzên Hikumeta Veguhêz ji nuqteyên xwe yên li gundên Mezrayê her du gundên navborî bi RPG’ê dan ber topan.

Der barê zirarên topbaranê de ti agahî bi dest neketin.

Duh jî Hêzên Hikumeta Veguhêz ku agirbest binpê kirin, gundên Semîd û Xersayê bi dijwarî topbaran kirin.

Êvara 17’ê Tebaxê jî Hêzên Hikumetê ji nuqteyên xwe yên gundê Dama yê Bakurê Rojavayê bajar, malên xelkên gundên Erîqa û Xersa yê Rojavayê bajar topbaran kirin.

 

şamê îdîa kir ku alîkariyên ji bo siweydayê asteng nakin

 

Herî dawiyê jî Wezareta Karên Derve ya Sûriyê bi daxuyaniyekê îdîa kir ku ti sînorkirin li ser ketina alîkariyan bo Başûrê Sûriyê, bi taybetî Siweyda û Derayê, tune ne.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku di 27'ê tîrmehê de Hikumeta Veguhêz nehişt kerwana Heyva Sor a Kurd ku Rêveberiya Xweser şandibû, derbasî Siweydayê bibe.

Her wiha duh jî nehişt tîmên agirkujiyê derbasî peravê bibin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24