Zelenskî: Ez amade me bê şert û merc bi Putin re bicivim

Li Waşingtonê daxuyaniyeke nû da. Zelenskî dibêje çi dibe bila bibe, ew ê bi Putin re bicive.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî li Waşingtonê ji rojnamevanan re got ku ew amade ye bêyî merc bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin re bicive.

Zelenskî derbarê garantiya ewlehiyê de, berê diyar kiribû ku bi Trump re mijarên pir hesas nîqaş kiriye û ewlehiya Ûkraynayê bi Dewletên Yekbûyî û Ewropayê ve girêdayî ye.

Volodîmîr Zelenskî anî ziman ku ji bo bidawîanîna şer, divê hemû alî bikevin nava tevgerê, girtî û zarokên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine revandin, bên vegerandin.

Zelenskî dest nîşan kir ku ji bo kirîna çekên Amerîkî bi qasî 90 milyar dolarî, pêşniyarek Ûkraynayê heye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24