Trump dorpêça "Dîwarê Polat" li ser Îranê ragihand; Supaya Pasdaran bi dirêjkirina şer gef xwar

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku welatê wî bi temamî kontrola Tengava Hurmizê girtiye dest û dorpêça deryayî ya wekî "Dîwarê Polat" bi nav dike, dimeşîne. Li aliyê din, Tehranê ev nûçeyên derbarê dirêjkirina agirbestê de red kirin û gefa berdewamkirina şer heta dawiya serokatiya Trump xwar.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Washingtonê ragihand ku dorpêça aborî û leşkerî ya li ser Îranê gihîştiye lûtkeyê. Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku hêzên wan Tengava Hurmizê bi temamî xistine bin kontrola xwe û piştrast kir ku ev dorpêça deryayî wekî "dîwarekî polatî" ye ku Îran nikare li ber xwe bide.

Li hember van daxuyaniyan, Tehranê yekser bersiv da. Şêwirmendê Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku welatê wî amade ye şer û rûbirûbûnê dirêj bike. Wî destnîşan kir ku Îran dikare vê rûbirûbûnê heta roja ku Trump ji postê xwe diçe berdewam bike û hemû raporên li ser dirêjkirina agirbesta demkî red kirin.

Di heman çarçoveyê de, çavkaniyeke pilebilind a Îranê ji ajansa Reutersê re axivî û zanyariyên nû li ser peymana agirbestê eşkere kirin. çakanî diyar kir ku tu gotûbêj li ser dirêjkirina peymana demkî ya meha Hezîranê nayên kirin. Wî tekez kir ku agirbestê qet dest pê nekiriye, ji ber ku Washington tenê 48 saet piştî îmzekirinê jê vekişiyaye.

Li aliyê din, hewlên dîplomatîk ji bo kêmkirina rageşiyê berdewam dikin. Pakistanê careke din pabendbûna xwe bi peymana aştiyê nû kir. Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Navxweyî yê Pakistanê ligel Sekreterê Ewlehiya Neteweyî ya Îranê civîneke girîng pêk anî da ku Tehranê qonax bi qonax vegerînin ser maseya gotûbêjan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye