138 milyon zarok di metirsiyê de ne

Îro (12'ê Hezîranê) roja cîhanî ya li dijî keda zarokan e. Bi milyonan zarok li seranserî cîhanê di şert û mercên dijwar de dixebitin û ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêpar in. Li gorî daneyên dawî, milyonek û 474 hezar zarok li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kar dikin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Rêxistina Kar a Navdewletî (ILO) ya Neteweyên Yekbûyî, her sal di 12'ê hezîranê de ji bo ku balê bikişîne ser hewlên xebitandina zarokan û binpêkirina mafên wan, ev roj weke Roja Cîhanî ya li Dijî Xebitandina Zarokan diyar kiriye.

Li gorî daneyên 11’ê hezîrana 2025’an yên herî dawî yên UNICEF û Rêxistina Navneteweyî ya Kar, li seranserê cîhanê 138 milyon zarok mexdûrên xebitandina bi darê zorê ne.

Beşeke girîng ji van zarokan di karên xeternak de dixebitin ku rasterast gefê li tenduristî û pêşkeftina wan dixwin. 

Li gorî raporê, her çendî di salên dawî de kêmbûnek hebe jî, lê armanca jinavbirina bi tevahî ya keda zarokan hîn nehatiye derbaskirin.

Li ser asta cîhanê, rewş bi 138 milyonan tê pênasekirin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, li gorî daneyên herî dawî yên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TÛÎK), milyonek û 474 hezar zarok ji ber rewşên aborî û civakî di temenekî biçûk de kar dikin.

Ev zarok ji sedî 25.5 di navbera 15-17 salî de li bazara kar de ne.

Li Tirkiyê rêjeya karkirina zarokan

Milyonek û 474 kardikin

%25.5  zarokên 15-17 salî 

Xizanî, koçberî û nebûna gihîştina perwerdeyê, nemaze li herêmên kêmdahat, vê rewşê kûrtir dikin. 

Zarokên Kurdan jî bi awayek neyînî ji ber sedemên navborî vê polîtîkayê bandor dibin.

Gelek zarok li Bakurê Kurdistanê ji ber şert û mercên siyasî koçberî metropolan bûne û neçarî karkirinê tên kirin.

Çandinî û sektora nefermî berbiçav in

Sektora çandiniyê qada herî gelemperî ye ku keda zarokan lê tê dîtin.

Ev zarok neçar in di şert û mercên dijwar de bixebitin, da ku beşdarî aboriya malbatê bibin. 

Sektorên xizmetguzarî û pîşesaziyê jî di nav wan deveran de ne ku keda zarokan lê belav dibe.

Pispor destnîşan dikin ku zarokên di sektora nefermî de dixebitin, bi metirsiyên mezintir re rûbirû ne.

Devjêberdana zû ya dibistanê, rîska birîndarbûnê û astengdariyê, metirsiyên derûnî û civakî hin ji van in.

Polîtîkaya desthilata Tirkiyê her çendî bi gotinan parastina xwe ya mafê zarokan bîne ziman jî, lê ya li ser erdê rûdide cuda ye.

Herî dawî, li gorî daneyên Konseya Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), di sala 2025'an de tenê, herî kêm 94 zarok, di meha gulana 2026'an de, 7 zarokên karker di dema xebatê de jiyana xwe ji dest dane. 

UNICEF tekez dike ku ragirtina zarokan di perwerdeyê de li şûna xebatê, ji bo pêşkeftina takekesî û civakî girîng e û bang li hikûmet û civaka navdewletî dike ku tedbîrên bihêztir bigirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye