Volodymyr Zelensky diyar kir ku duh şev hêzên Rûsyayê êrişeke asmanî li ser herêmên Vinnitsa, Sumi û Poltavayê a Ukraynayê pêk anî.
Zelenskyy got ku artêşa Rûsyayê jêrxana sivîl û enerjiyê kiriye hedef û di êrişê de 37 mûşek û zêdetirî 300 dron bi kar anîn.
Her wiha ragihand ku di êrişan de avahiya kargoyê û avahiya Serwîsa Rewşên Lezgîn a Dewleta Ukraynayê (DSNS) hatin hedefgirtin û birîndar jî hene.
Zelenskyy da zanîn ku Rûsyayê di demên dawî de êrîşên xwe zêde kirine û ji bo bidawîanîna şer divê zext li Rûsyayê bê kirin û got :
"Pûtîn li hemberî her tiştê ku cîhan dibêje ker e, ji ber vê yekê zimanê tekane yê ku ew hîn jê fêm dike zimanê zextê ye."