Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de diyar kir ku pergalên wan ên parastina ezmanî rûbirûyê êrîşeke berfireh bûne û di encamê de 635 dronên Ukraynayê hatine rûxandin.
Li gorî daxuyaniyê, ev dron li ser ezmanên gelek herêman hatine pûçkirin; di nav wan de herêmên wekî Belgorod, Bryansk, Volgograd, Voronezh, Kaluga, Kursk, Lipetsk, Oryol, Rostov, Ryazan, Saratov, Tambov, Tula, herêma Moskowê, Komara Kırımê, herêma Krasnodar, û her wiha li ser avên Deryaya Azov û Deryaya Reş.
Li aliyê din, parêzgarê herêma Rostovê, Yuriy Slyusar, ragihand ku hêzên parastinê êrîşeke pir mezin a li ser herêma wan rawestandiye û nêzîkî 150 dron xistine.
Slyusar da zanîn ku ev dron li bajarê Kamensk-Shakhtinsky û heft navçeyên din hatine rûxandin, lê belê wî qebûl kir ku êrîşê 'li ser erdê hinek encam û ziyanên xwe hebûne.
Di heman demê de, parêzgarê herêma Saratovê, Roman Busargin, eşkere kir ku di encama êrîşa dronên dijmin de du kes jiyana xwe ji dest dane û sersaxî ji malbatên wan re xwest.
Li paytext Moskowê jî, şaredar Sergey Sobyanin ragihand ku pergalên parastinê 6 dronên Ukraynayê yên ku ber bi Moskowê ve difiriyan, xistine xwarê.