Artêşa Ûkraynayê got ku ew ji bo parastina jiyana leşkerên xwe ji Siverskê vekişiyane.
Girtina Rûsyayê ya Siverskê dikare bibe sebeb xeteke parastinê ya Ûkraynayê hilweşe.
Di êrîşa Rûsiya de sê kes hatin kuştin, di nav wan de zarokek heye
Li alîyekî din, Rûsya êrîşeke mezin a hewayî bir ser hedefên di nava Ûkraynayê de.
Di êrîşê de zêdetirî 650 dronan û bi dehan moşek hatin bikaranîn.
Di encama vê êrişa kambax de sê kes hatin kuştin.
Rûsya: Du polîs û sivîlek di teqîneke nû ya moskowê de mirin
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku di teqînekê de li başûrê Moskowê şeva borî, du polîs û kesek hatin kuştin.
Komîteya Lêpirsînê (SKR) bi daxuyaniyeke li ser Telegramê wiha got:
"Du polîsên trafîkê kesekî gumanbar nêzîkî otomobîleke dîtin.
Dema ku ew ji bo girtina wî nêzîk bûn, amûreke teqemenî hate teqandin."
Teqîn li nêzîkî cihê ku roja duşemê generalekî rûs hatibû kuştin, pêk hat.
Generalê payebilind ê Rûsyayê di encama teqîna bombeya di wesatîya wî de hatibû kuştin.
Her çendî ku Ûkraynayê piştrast kir ku ew berpirsiyarê hin ji wan êrîşan e.
Kîev li ser bombebarana roja Duşemê ti şîroveyek nekiriye.
Rûsyayê di Sibata 2022an de dest bi dagirkirina Ûkraynayê ya berfireh kir.
Moskow niha nêzîkî 20% ji axa Ûkraynayê kontrol dike.