Wezîrê Veguhestinê yê Tirkiyê duh eşkere kir ku sindûqa reş a balafira taybet a ku şandeyeke leşkerî ya payebilind a Lîbyayê tê de bû û li Enqerê ketibû xwarê, dê ji welatekî bêalî re were şandin.
Wezîrê Veguhestinê yê Tirkiyê Abdulqadir Ural Oglu li ser hesabê xwe yê X got ku tomarkera deng a kokpîtê û tomarkera daneyên firînê dê ji bo lêkolînê ji welatekî sêyemîn ê bêalî re werin şandin.
Her wiha Ural Oglu da zanîn ku ev gav ji bo encamên dadperwer derbarê sedema ketina balafirê de, werin bidestxistin.
Di 23`yê Kanûnê de, balafira Serfermandarê Artêşa Lîbyayê Mihemed El Hedad li Enqereyê ketibû xwarê û jiyana xwe ji dest da.