Hêzên Ûkraynayê agirbesta cejna Paskalyayê bin pê kirin.
Di derbarê êrîşê de Serokê Şaredariya Nova Kakhovka li herêma Xersonê Vladimir Oganesov daxuyaniyek belav kir.
Vladimir Oganesov li ser Telegramê nivîsand:
“Îro, li şaredariya Nova Kakhovka çalakiya dronên Ûkraynayê zêde bû.
Di encama êrîşan de, 3 otomobîl û xaniyekî zirar dîtine û kesek jî birîndar bûye.
Her wiha 3 dron hatin bêbandorkirin.”
Parêzgarê Herêma Kurskê Alexander Khinstein jî, ragihand ku droneke hêzên Ûkraynayê êrîşî benzînxaneyekê li bajarokê Lgov ê Herêma Oblastê kir û gor:
“3 kes birîndar bûn, di nav wan de zarokekî yek salî jî hebû.”
Li aliyekî din Ûkraynayê eşkere kir ku Rûsyayê ji duh ve 2 hezar û 299 caran agirbest bin pê kiriye.
Agirbesta ku ji hêla Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve ji bo Cejna Paskalyayê di 11´ê nîsanê de, dest pê kir û biryar bû ku heta dawiya 12´ê nîsanê bidome.
Par, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê 4 hezar û 900 binpêkirinên agirbesta Cejna Paskalyayê ji aliyê Ûkraynayê ve ragihandibû.
Ev binpêkirina dawî tenê piştî çend demjimêran ji destpêkirina agirbestê hat.
Rûsya û Ûkraynayê 175 dîlgirtiyên şer bi hev guhertin
Li aliyekî din, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Rûsya û Ûkraynayê duh 175 dîlên şer pev guhertin.
Di daxuyaniya wezaretê de ku li ser hesabê X'ê yê Kremlinê hatiye weşandin ev agahî hatine parvekirin:
“11'ê nîsanê, 175 leşkerên Rûsî ji deverên ku di bin kontrola rejîma Kîevê de bûn, hatin vegerandin.
Di berdêla vê de, 175 dîlên şer ên hêzên çekdar ên Ûkraynayê hatin radestkirin.”
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê dest nîşan kir ku hêzên wan li hemû eniyên operasyona leşkerî ya li Ûkraynayê, pêşve diçin û di 24 saetên borî de zêdetirî hezar û 200 leşkerên Artêşa Ûkraynayê hatine kuştin.