Alcaraz dê di fînalê de li hemberî Sinner bilîze

Carlos Alcaraz, piştî ku di nîvfînalê de Valentin Vacheiro yê Monakoyê têk bir, xwe gihand fînala turnuvaya tenîsê ya Monte Carlo Masters 1000.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Carlos Alcaraz ê Spanyayî yê ku di rêza yekem a cîhanê de ye, piştî ku di nîvfînalê de li hember Valentin Vacheiro yê Monakoyê bi ser ket, xwe gihand fînala turnuvaya tenîsê ya Monte Carlo Masters 1000.

Alcaraz maç bi encama 6-4 û 6-4 qezenc kir.

Carlos Alcaraz dê di fînala Monte Carlo de bi Jannik Sinner ê Îtalî ku di rêza duyemîn a cîhanê de ye, rû bi rû bimîne.

Her wiha Sinner di maça borî de bi 6-1, 6-4 Alexander Zverev ê Alman têk bir. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye