Amedspor dê maça duyemîn a pêş sezonê bi Zahosporê re bilîze

Amedspor, amadekariyên xwe ji bo Sûper Ligê didomîne, Piştî lîstina yekem maça xwe ya dostane li dijî tîma Gûrcistanê Dinamo Batumi, Amedspor dê duyemîn maça xwe ya dostane li dijî Zahospor bilîze.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Amedspor, di bin rêveberiya Rahênerê Sereke Besnik Hasî de, kampa xwe ya perwerdehiyê ya yekem li Erzîromê temam kir û niha kampa xwe ya pêş-sezonê ya duyemîn li Burdurê dest pê dike. 

Hat ragihandin ku Amedspor dê duyemîn maça xwe ya dostaniyê ya pêş-sezonê li dijî Zahosporê bilîze.

Zahospor û Amedspor dê beriya destpêkirina sezona Sûper Lig di 14’ê Tebaxê de maçek dostane bilîzin.

Dîroka maçê aşkere bû

Li gorî çavkaniyên Zahosporê, Amedspor dê 31'ê Tîrmehê, di maçeke dostane de li Burdurê werin beramberî hev.

Hatiye gotin ku maç dê ji bo alîgir û endamên çapemeniyê vekirî be, lê hîn nayê zanîn ka maç dê li ser kanalên fermî yên YouTube yên her du tîman were weşandin an na.

Tê payîn ku rahênerê Amedsporê Besnik Hasî lîstikvanên ku nû beşdarî tîmê bûne wê li dijî Zahosporê bilîze.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye