Brezîlyayê li hember Skotlandayê serekftinek bi dest xist

Di maçek ku Neymar tê de beşdar bû, tîma neteweyî ya Brezîlyayê wekî serketiya komê hat hesibandin. Piştî ku li hember Skotlandayê bi 3-0 bi serket cihê xwe di gera 32'an de misoger kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Piştî ku Brezîlya di tûra sêyemîn a maçên Koma C ya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026 de li hember Skotlandayê bi 3-0 bi ser ket û derbasî tûra 32'an bû.

Vinicius Junior performansek pir xurt nîşan da ku di nîvê yekem de du gol avêtin yek di deqeya 7'an de û yek de deqeya 45+3'an de.

Di nîvê 2'emîn de jî Matheus Cunha di deqeya 60'î de gola dawî û ya serkeftinê qezenc kir.

Bi vê serkeftinê tîma neteweyî ya Brezîlyayê bi 7 puanan di komê de pêşeng e.

Tîma neteweyî ya Mexrîbê bi cudahiya golan de di rêza duyemîn de ye.

Tîma neteweyî ya Skotlandê jî bi 3 puanan di rêza sêyemîn de ye.

Di dawiyê de Haîtî bê puan di rêza çaremîn de ye.

Piştî birîndariyê Neymar vegeriya qadê

Neymar beşdarî maçê bû, ku piştî vegera ji birîndarîyê di deqîqeya 76'an de ket qadê.

Neymar bû tenê çaremîn lîstikvan ku Brezîlyayê di çar Kûpayên Cîhanê yên cuda de temsîl kiriye,

Hêjayî gotinê ye ku Neymar di maça ku Brezîlyayê Skotlandê bi 3-0 têk bir de wekî yedek ket qadê. 

Ji sala 1982'an vir ve Brezîlya di her Kûpaya Cîhanê de di koma xwe de di rêza yekem de ye.

Cara dawî ku ew di komê de wekî duyemîn di sala 1978'an de li pişt Avusturya bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye