Bernameya Firoşgeha Amed Storê ya li Almanyayê zelal bû

Li Ewropayê, wê yekemîn firoşgeha Amedsporê, were vekirin. Di bernameyê de, wê rêveberiya klûbê jî dê beşdar bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Amedspor ku di dîroka xwe de cara yekem derbasî Lîga Super bû.

Li bajarê Hannover ê Almanyayê yekem firoşgeha xwe ya fermî li Ewropayê vedike.

Şaxê 'Amed Store Hannover' bi merasîmekê, wê sibê saet 14:00`an piştî nîvro were lidarxistin.

Di vekirina Şaxê Firoşgeha Amedê ya Hannoverê de, wê Serokê Klûba Amedsporê Nahît Eren, Rêveberê Teknîkî Sertaç Kuçukbayrak, Serokê Lijneya Şêwirmendiyê Metîn Kilavuz, beşdar bibin.

Ji bo vekirinê, tê diyarkirin ku alîgir wê ji Îngilistan, Fransa, Hollanda, Swîsre, Belçîka, Avusturya, Luksemburg, Danîmarka û gelek herêmên Almanyayê beşdar bibin. 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye