Di êrîşa li ser Ûkraynayê de 21 kes hatin kuştin

Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewam dike. Ajansa Parastina Sivîl a Ûkraynayê ragihand ku di êrîşên li ser Ûkraynayê de 21 kes hatine kuştin.

reset font size increase font size

Şer û pevçûnên di navbera Ûkrayna û Rûsyayê berdewam dikin.

Ûkraynayê bi dronan êrîşî bajarê Ryazan ê Rûsyayê kir.

Parêzgarê bajarê Ryazan ê Rûsyayê, Pavel Malkov, îro ragihand ku di êrîşa Ûkraynî de 3 kes hatin kuştin.

Pavel Malkov li ser hesabê xwe yê Telegramê der barê êrîşê de ev agahî parve kirin:

"Mixabin, 3 kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn, di nav wan de zarok jî hebûn,

Dironan ziyan gihand du bircên niştecihbûnê.”

Bajarê Ryazanê bi qasî 200 kîlometreyan li başûr-rojhilatê Moskovayê ye ku parzûngehên mezin ên petrolê lê hene.

Ji aliyekî din ve, Ajansa Parastina Sivîl a Ûkraynayê destnîşan kir ku hejmara miriyên pêla dawî ya êrîşên Rûsyayê li ser paytexta Ûkraynayê, gihîştiye 21 kesan.

Rayedarên Kîevê jî ragihandibûn ku hejmara miriyan gihîştiye 16 kesan.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îro ragihand ku 355 dronên ku ji aliyê Ûkraynayê ve hatine avêtin, li qada hewayî ya li ser herêmên Rûsyayê hatine astengkirin.

Rûsya û Ûkraynayê 205 dîlgirtî bi hev guhertin

Li gel vî şerî, Rûsya û Ûkrayan dîlan bi hev diguhêrin.

Artêşa Rûsyayê ragihand ku Rûsya û Ûkraynayê 205 dîlgirtî radest kirine.

Pevguhertina dîlgirtiyan a herî dawî di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, di 26ê nîsana borî de pêk hat.

Li hember berdana 193 leşkerên Ûkranynî, Rûsyayê 193 leşkerên xwe vegerandin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye