Îsraîl û Libnanê gereke danûstandina li Washingtonê pêk anîn

Tevî agirbesta ragihandî û di nav êrîşên asmanî yên Îsraîlê de, di navbera şandeyên Libnan û Îsraîlê de rûniştineke danûstandinê ya rasterast pêk hat. Washingtonê got ku ev danûstandin "encamên berhemdar" bi dest xistine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gereke din a danûstandinaên rasterast di navbera Îsraîl û Libnanê de, li Washingtonê dest pê kir.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, danûstandinan di roja pêcşemê de, ji seat 9’ê sibehê heta seat 5’ê evarê berdewam kir.

Amerîka: Danûstandin berhemdar û erênî bûn

Der barê van danûstandina de, Karbidestekî payebilind ê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, got ku wan tevahiya rojê danûstandinên berhemdar û erênî pêk anîne û destnîşan kir ku ew ê îro jî van danûsatandin berdewam bikin.

Katz: Oprasyonên li Libnanê dê berdewam bikin

Di nava van danûstandinan de jî, şerê êrîş û daxuyanan di navbera Hizbullah û Îsraîlê de berdewam dike.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê, roja Înê, sibehê, êrîşeke asmanî li ser bajarokê Qasibayê yê li başûrê Libnanê pêk aniye.

Her wiha got ku topxaneya Îsraîlê di sibehê de derdora bajarokên Qelawiye û Burc Qelawiye armanc kir.

Artêşa Îsraîlê jî, bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan li herêma Sûrê ya başûrê Libnanê, li dijî binesaziyên Hizbullahê dest bi pêleke êrîşan kiriye.

Her wiha Artêşa Îsraîlê da zanîn ku çend dronên Hizbullahê yên tije teqemenî, nêzîkî sînorê Libnanê ketin nav axa Îsraîlê û ti birîndarî di encama wan de çênebûne.

Artêşa Îsraîlê hişyariyê dide niştecihên 5 bajarokên başûrê Libnanê ku nêzîkî 1000 metreyan ji cih û warên xwe dûr bikevin.

Îsraîl: Leşkerekî me li Libnanê hat kuştin

Di heman demê de, artêşa Îsraîlê ragihand ku leşkerê wê yê bi navê Negev Dagan li Libnanê hatibû kûştin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî ev yeke tekez kir û da xuyakirin ku Îsraîl, heta ku armancên xwe bi dest bixe, wê êrîşên xwe li ser Libnanê berdewam bike.

Ji aliyê xwe ve jî, Hizbullahê eşkere kir ku wan leşkerekî Îsraîlê, bi armanckirina tankekê li bajarokê Reşafa yê başûrê Libinanê, birîndar kiriye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye