Di Roja Zimanê Kurdî de radyo û akademiyeke Kurdî hatin vekirin

Di roja 15ê gulanê de, ku Roja Zimanê Kurdî ye, li Almanyayê radyoya Kurd FM hat vekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Radyoya KurdFM ku di bin sîwana Federasyona Gelên Kurd (FED-GEL) de, li Eyaleta Baden-Wurttemberg a Almanyayê hat vekirin.

Rêveberiya FM bi daxuyaniyekê vekirina radyoya KURD FM bi 3 zaravayên Kurdî, weke "mizgîniya Roja Zimanê Kurdî” ragihand.

Radyo bi rêya înternet û sepanên mobaîl, ji her devera cîhanê, dikare were guhdarkirin.

Li aliyekî din 'Akademiya Kurd' ji aliyê Kurdên li Swîsrayê ve hat damezrandin.

Berdevkê Akademiyê ragihand ku bingeha akademiyê, xwe dispêre karê du salan ê komîsyona perwerdeyê ya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S).

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye