Erdogan: Divê peymana 10'ê Adarê were bicihanîn

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, salvegera rûxîna rejîma Beasê ya li Sûriyê pîroz kir û got: " Cihbicihanîna Peymana 10'ê Adarê dê rewşa bêçareseriyê çareser bike".

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, li Navenda Kongreyê ya AKP'ê beşdarî bernameya "Ji Bo Mirovahiyê Tirkiyeya Xurt" bû û tê de axivî.


Erdogan bi boneya salvegera rûxandina rejîma Baasê ya li Sûriyê pîrozbahî li hikûmeta nû ya veguhêz kir. Erdogan behsa peymana 10'ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de kir.

Erdogan daxwaza bicîhanîna peymanê li aliyan kir û got: "

 "Bi sihûlet cîbicîkirina peymana 10'ê Adarê, ew ê hesabên mîhraqên şer ên ku ji bo Sûriyeke bêîstiqrar, parçekirî û bêhêz dixebitin, serûbin bike."

Erdogan di axaftina xwe de dibêje: "Bicihanîna Peymana 10'ê Adarê dê rewşa bêçareseriyê çareser bike. Em ê di serdema nû de Sûriyê terk nekin. Yên ku Peymana 10'ê Adarê li Sûriyê îmze kirine, divê wê bi cih bînin. Divê Sûriyê yekparebûna xakê biparêze. "

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye