Di salekê de 67 rojnamevan hatine kuştin

Rojnamevanên Sînornenas (RSF) raporeke nû belav kir. Di raporê de hat diyarkirin ku li seranserê cîhanê di nava salekê de 67 rojnamevan hatine kuştin. Nîvê rojnemevanan li Xezeyê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnamevanên Sînornenas (RSF) rapora xwe ya li ser pêvajoya navbera 1'ê Kanûna 2024 û 1'ê Kanûna 2025'an de ragihandin.


  
Di raporê de hat diyarkirin ku gelek rojnamevan ji ber sûcên hêzên çekdar ên bi rêk û pêk an jî ne bi rêk û pêk hatine kuştin. 

"Rojnamevan namirin, têne kuştin"

Rêxistinê got: "Rojnamevan namirin, têne kuştin."

Li gorî raporê, li seranserê cîhanê li 47 welatan 503 rojnamevan girtî ne.

Welatên ku herî zêde rojnamevan lê girtî ne ev in: Çîn 121, Rûsya 48, Myanmar 47 girtîne.

Li Tirkiyeyê 3 rojnamevan girtîne

RSF'ê ragihand ku li girtîgehên Tirkiyeyê bi tenê 3 rojnamevan hene.

Her wiha rapor balkişand ser 135 rojnamevanên li Tirkiyeyê hatine windakirin ku 30 sal in aqûbeta wan ne dîyar e.  

Hejmara rojnamevanên li Sûriye û Yemenê girtîne, digihêje 20’an.

Li Xezeyê 249 rojnemevan hatine kuştin

Rêxistinê destnîşan kir ku di nava 12 mehên dawî de li Xezeyê herî kêm 29 xebatkarên medyayê hatine kuştin.

Ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve herî kêm 220 xebatkarên medyayê li Xezayê jiyana xwe ji dest dane. 

RSF'ê artêşa Îsraîlê weke dijminê herî mezin ê rojnamevanan pênase kir û got: 

RSF:“Îsraîl bi zanebûn rojnamevanan dikuje.” 

Lê Îsraîl her dem dibêje ku êrîşên wê li hemberî Hamasê ne.

Li gorî heman raporê hate eşkerekirin ku li Meksîkayê 9 rojnemevan hatine kuştin.

Rojnamevanên li vî welatî hatine kuştin, nûçeyên lêkolînî yên têkildarî sûcên organîze amade dikirin. 

Di rapora RSFê de navên 3 rojnamevanên li Ûkraynayê û 4’ên ku li Sûdanê hatibûn kuştin jî cih girtin.  

Rojnamevanên Sînornenas(RSF) di dawiyê de bang li hikûmetên cîhanê kirin ku ji bo parastina rojnamevanan ji nû ve bi berpirsyarî tevbigerin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye