"Tehran wê milyarek dolar bide Hizbullahê"

Peyamnêrekî Îsraîlî îdia dike ku Îran dê milyarek dolar bide Hizbullahê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Peyamnêrê cîhana Erebî yê tora Kan a Îsraîlê Roî Kaîs rayedarên Hizbullahê bo zêdekirina alîkariya darayî daxwaz ji Îranê kirin ku nêzîkî 2 milyar dolar bide wan.

Lê belê, Tehran qebûl kir ku tenê milyarek dolar bide.

Peyamnêrê cîhana Erebî yê tora Kan a Îsraîlê Roî Kaîs wiha got:

"Alîkariya ku ji hêla Tehranê ve hatiye peydakirin, tevî rêkûpêkiya wê, ji perspektîfa rêberên Hizbullahê ve ji bo ji nû ve avakirina şiyanên leşkerî yên komê têr nayê hesibandin."

Li gorî Kais, Îranê par bi sedan milyon dolar ji Hizbullahê re veguhest da ku piştî şer xwe ji nû ve ava bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye