Îsraîlê li Başûrê Libnanê 13 kes hatin kuştin

Tevî peymana agirbestê jî, li başûrê Libnanê, şer û pevçûn di navbera Îsraîl û Hizbullahê de berdewam dikin. Herî dawî li başûrê Libnanê 13 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de tevî agirbestê jî berdewam dike.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên roja sêşemê de yên li ser başûrê Libnanê, 13 kes hatine kuştin.

Her wiha Wezaretê zêde kir ku li du bajarên cuda jî êrîş pêk hatine û di encamê de 8 kesên din hatine kuştin ku di nav de zarok û jin jî hene.

Tevî agirbesta ku di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ya di 17ê Nîsanê de dest pê kiribû jî, êrîş li ser sînor berdewam dikin.

Her wiha Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Rakan Nasser Eldîn di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku ji dema ragihandina agirbestê û vir ve 380 kes di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin û 1122 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê hişyariya valakirina 6 bajarokên li başûrê Libnanê dide

Ji aliyekî din ve jî berdevkê artêşê Avichai Adraee îro hişyariyek belav kir û ji niştecihên 6 bajarokan xwest ku malên xwe vala bikin û herî kêm 1,000 metreyan ber bi erdên vekirî ve biçin.

Her wiha Hizbullah, bi binpêkirina peymana agirbestê hate tawanbarkirin û artêşa Îsraîlê bi tundî li dijî wê tevdigere.

Di derbarê mijarê de, Hizbullah li başûr êrîşî leşkerên Îsraîlê kir û mûşek û dron ber bi bakurê Îsraîlê ve avêtin.

Hikûmeta Libnanê jî piştrast kir ku artêşa Îsraîlê niha 68 dever li başûrê Libnanê kontrol dike.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye