Bi dirûşmeya ‘Edaleta Veguhêz, wê bibe bingeha Entegrasyona Demokratîk’ li Şengalê Êzîdî ji bo diyarkirin û nîqaşkirina rêyên çareseriyê ji bo pêşeroja xwe konferansek li darxistin.
konferans bi beşdariya nêzî 200 kes ji rewşenbîr, oldar, serokeşîr, siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanên ji derveyî Şengalê jî ji Silêmanî, Memxûr, Mûsil, Bexda, Kerkûk, Hewlêr û Dihokê birê ve çû.
Di konferansê de li ser Di dîrokê de ferman, Bandora fermanan li ser çandê, fermana 2014’an û lêgerîna edaletê, Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê hate nîqaş kirin.
Konferansa “Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” piştî panela 3'yemîn bi dawî bû.
Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Îraq civaka Êzidî weke neteweyek ji Îraqê nas bike.
Hat destnîşankirin ku her dem û di her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye.
Piştî nîqaşa kesên amade jî nirxandin û pêşniyarên xwe ji bo konferansê kirin û konferans bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Tê payîn di rojên pêş de encamnameya konferansê ji raya giştî re were aşkerekirin.