Encama hevdîtina herî dawî ya Îraqê bi Washingtonê re, bandora wî li ser têkiliyên Îraq û Îranê derdikeve holê.
Malpera "Al-Hurra" ya Amerîkî di raporekê de eşkere kiriye ku Serokwezîrê îraqê Elî Zeydî di serdana xwe ya ji bo Tehranê de, ji berpirsên Îranê daxwaz kiriye ku garantiya derbaskirina silamet a keştiyên wan ên petrolê bikin.
Îranê bersiva daxwaza Îraqê nedaye
Lêbelê Tehranê bersiveke zelal nedaye Serokwezîrê Îraqê; ne daxwaza wî qebûl kiriye û ne jî red kiriye.
Her wiha hatiye diyarkirin ku îhtîmal heye Îran bersiveke nerênî bide Îraqê, ji ber serdana dawî ya Elî Zeydî ji bo Waşîngtonê û îmzekirina peymanan ji aliyê hikûmeta wî ve ligel kompanyayên Amerîkî.
Daxwaza Bexdayê ya der barê Tengava Hurmizê de xwedî giringiyeke taybet e, ji ber ku Îraq ji bo dabînkirina zêdetirî ji sedî 90 dahata xwe ya giştî, pişta xwe bi hinardekirina petrolê girê dide.
Her wisa piraniya wê hinardeyê jî di wê tengava teng re derbas dibe.
Berî destpêkirina şer, Îraqê mehane nêzîkî 90 milyon bermîlên petrolê di Tengava Hurmizê re hinarde dikir.
Lê belê heta meha nîsanê, ew hejmar ji bo nêzîkî 10 milyon bermîlan daketiye.
Bi vî rengî, Îraqê tevahiya pereyên ku ji firotina petrolê bi dest xistiye, tenê yek milyar û 87 milyon dolar bûye.
Di demekê de ku Îraq tenê ji bo dabeşkirina mûçeyên fermanberên hikûmetê pêwîstiya wê bi zêdetirî 5.5 milyar dolarên Amerîkî heye.
Nêzîkî %97 petrola Îraqê di ser Hurmizê re derbas dibe
Krîza Tengava Hurmizê bandoreke rasterast li ser jiyana rojane ya Îraqiyan kiriye
Li gorî daneyên fermî yên hikûmeta Îraqê, di navbera 96% heta 97% ji hinardeya petrola Îraqê di Tengava Hurmizê re derbas dibe.
Di heman demê de dahata petrolê nêzîkî 90% ji dahata dewletê pêk tîne.
Her wiha zêdetirî 70% ji hawardekirina dewletê ku xwarin, derman û kelûpelên pîşesaziyê di nav de ne, di benderên başûrê Kendavê re digihêjin Îraqê.
Îraqê hinardekirina nêzîkî 350 milyon bermîlên petrolê winda kiriye
Li gorî texmînên Rewangeha "Eco Îraq", Îraqê ji destpêka girtina tengavê ve nêzîkî 350 milyon bermîl ji qebareya hinardekirina petrolê ji dest daye.
Ku bihayê wê digihîje nêzîkî 37.7 milyar dolarên Amerîkî.
Her çend niha bihayê petrolê di bazarên cîhanê de nêzîkî 97 dolaran tê firotin jî, lê ji ber kêmbûna hinardekirina petrolê, Îraqê nekare sûdê ji vê bilindbûna bihayê petrolê werbigire.