Xwepêşanadanên girseyî û tevlihevî li gelek welatên Ewropayê dewam dikin, li Frasayê asta tevliheviyan bilind bûye.
Xwepêşander li dijî bihabûna pêdiviyên jiyana rojane, zêdebûna xizaniyê û kêmasiyên di xizmetên giştî de nerazîbûna xwe nîşan dan.
Hinek kesan di xwepêşandanan de dizî, talanî û ziyan gihandin milkên giştî û taybet.
Polîsên Fransayê jî li dijî van kiryaran gelek kes binçav kirine.
Wezareta Karên Hundir a Fransayê ragihand ku polîsan di dema xwepêşandanên 24’ê cotmehê de ku li seranserê Fransayê hatin lidarxistin, 1314 kes binçav kirine.
Wezaretê diyar kir ku di pevçûnên xwepêşandanan de, 53 polîs birîndar bûn.
Her wiha Wezaretê ragihand ku li seranserê Fransayê 410 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bûn.
Di çalakiyên berê de jî, 2.628 kes hatibûn binçavkirin û 1.144 polîs birîndar bûbûn.
Li Katalonyayê 128 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin
Li Spanya jî xwepêşanadanên girseyî dewam dikin û gihîştin Katalonyayê.
Hinek xwepêşanaderan li wir jî ziyan gihandin malên giştî û talanî kirin.
Polîsên Katalonyayê ragihandin ku wan duh li Barselonayê 128 kes bi tawana "ziyandana malên giştî û talankirinê" girtine.
Seroka polîsên Katalonyayê Silvia Cata diyar kir ku 73 kesên binçavkirî biçûk in (temenê wan di bin 18 salan re ye) û dê rapor ji bo dozgeriya zarokan bên şandin.