Ev êrîş li îstasyona trênê ya sereke ya paytext Taîpeîyê pêk hat.
Serokwezîrê Taywanê Chu Chang-tae ragihand ku di dema şopandina polîsan de, êrîşkar ji avahiyekê ketiye xwarê û jiyana xwe dest daye.
Serokwezîr da zanîn ku fermana girtinê yê êrîşkar hebû û polîsan li vî digeriyan.
Her wiha, serokwezîr teqez kir ku ew ê paşxaneya êrîşê vekolin û binêrin gelo faktorên din jî hene li paş vê meseleyê.
Chu Chang-tae destnîşan kir ku li cihê bûyerê bombeyên benzînê, zirx û maske, hatin dîtin.