Rûsya: Divê Amerîka gefên xwe yên li ser Îranê bi dawî bike

Rûsiyayê, duh ragihand ku ew hêvî dike ku rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê de, bi dawî bibe û wiha got: "Dema ku Amerîka dev ji gefên xwe yên li ser Îranê berde, wê ev rageşî jî bi dawî bibe."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Reutersê, ev yek di daxuyaniyekê de ku ji hêla Wezareta Derve ya Rûsyayê ve, piştî axaftina di navbera Wezîrê Derve Sergey Lavrov û hevtayê wî yê Îranî Abas Eraqçî de hat weşandin, hat.

Hate diyarkirin ku her du aliyan bang li Konseya Ewlekariyê ya NY kirine û wiha anîn ziman:

 

"Divê NY derfetên mayî ji bo pêşvebirina hewldanên siyasî û dîplomatîk ji bo çareserkirina krîzê xebatê bike."

 

Di daxuyaniyê de, hat zêdekirin ku Rûsya piştgiriya hewildanên ji bo kêmkirina rageşiyê dike, ji bo ku rewşa Rojhilata Navîn di demeke dirêj û domdar de normal bibe û wiha hat gotin:

 

"Ev yek jî, dê bi vegera li ser maseya danûstandinan were hêsankirin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye